Li Mala Êzidiyan a Celleyê merasîma vekirina qubeyên pîroz

Li bajarê Elmanya Celleyê, qubeyên pîroz ên ji tîrêjên rojê, ku di ola Êzidiyatiyê de xwedî cihekî girîng e, bi merasîmekê li Mala Êzidiyan a Celleyê hatin bicihkirin.

Ol û çanda Êzidiyatî, ku hem li hundirê welat hem jî li derveyî welat bi gef û xeteriya tinekirin û asîmîlasyonê re rû bi rû ye, bi keda civaka Êzidî li her deverê hewl tê dayîn bê parastin.

Tevî êrîşên çeteyan û dewletên desthilatdar ên li Kurdistanê û bişavtina tund a li Ewropayê jî, ji bo parastin û pêşvebirina çanda Êzidiyatiyê roj bi roj gavên nû tên avêtin.

Yek ji van gavan ku ji bo civaka Êzidî xwedî girîngiyeke mezin e roja Şemiyê li bajarê Elmanya Celle hat avêtin.

Li Mala Êzidiyan a Celleyê, ku di dawiya salên 90'î de weke yekemîn mala Êzidiyan li Elmanyayê hat vekirin, 2 qubeyên nîşaneya kubandina ezmanan hat bicihkirin.

Ev qubeyên ji nîşaneyên tîrêjê rojê pêk tên -roj di nava Kurdan de bi taybetî jî di Kurdên Êzidî de pîroz tê dîtin- ji aliyê karsazê civaka Êzidî xwediyê Betonwerk BWN Salih Çete ve hat amadekirin.

Di merasîma danîna her du qubeyan de gelek kesayet, nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzidî amade bûn. Peşîmam Hasan, Peşîmam Berket, Şêx Hiseyn, Rêveberê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Hasan Dûtar, endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Cahît Zerdeştî, siyasetmedar Hacî Çelîk, Xanê Agal, nûnerê Mala Êzidiyan a Bergenê, nûnerê mala Êzidiyan a Heîdekreîsê, Meclîsa Jinên Êzidî, Meclîsa Jinan a herêma Hannoverê-Ronahî û keşeyê Dêra Celle Dr Andreas Flîck tevlî merasîmê bûn.

Merasîma vekirinê bi qewl û axaftina Hevserokê mala Êzidiyan a Celle Derwêş Dûran destpê kir. Dûran bi xêrhatina mêvanan kir û spasiyên xwe pêşkêşî karsaz Salih Çete kir, ji ber vê hewldana wî. 

Dûre Peşîmam Hasan û Peşîmam Berket mafê axaftinê wergirtin û bal kişandin ser girîngiya qubeyên bi sembola Laleşê di baweriya Êzidiyatiyê de û li ser pêwîstiya tifaqê sekinîn. Şêx Hiseyn jî axaftina xwe bi qewlekê bi dawî kir. 

Piştî axaftina nûnerên saziyan, merasîm bi belavkirina xwarineke xêrê bi dawî bû.

...