Li Luzernê ji bo Heskîfê çalakî

Li Luzernê ya Swîsreyê li dijî projeya Ilisûyê ku wê Heskîfê di bin avê de bihêle Kurdan û ciwanên sosyalîst ên Swîsreyê çalakî kirin.

Çalakî li ber fabrîkaya Andrîdz Hdyro çêbû, ku ev fabrîka li herêma Krînesê ya kantona Luzernê ji bo bendavan turbîn û malzemeyên qebaxan çêdike.

Aktivîsên hawîrdorparêz dema çalakiyê bi Elmanî belavok belav kirin. Di çalakiyê de gelek caran bi dirûşmeyan hate gotin, ''Nebin hevkarê qirkirina çandî'', ''Ji komkujiya sirûştê re na'', ''Dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyêre bînin.''

Çalakî nêzî du saetan dom kir, li ser navê CDK Luzernê axaftin hate kirin û hate gotin, ''Ji bo Heskîfê hê ne dereng e. Dewleta Swîsre bi fabrîkayên xwe dibe hevkarê sûc. Dive ev proje demildest raweste.''