Li Kerkûkê pêngava çandina 10 hezar şitlan destpê kir

Li Kerkûkê pêngava çandina zêdetirî 10 hezar şitlên daran li 36 tax û 6 bajarokên Kerkûkê bi tevlîbûna 508 kesên dildar destpê kir.

Li Kerkûkê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê pêngava çandina 10 hezar şitlên daran destpê kir. 508 xwebexş wê li 36 tax û 6 bajarokên Kerkûkê biçînin.

Berî destpêkirina pêngavê li ber Qalaya Kerkûkê Endamê Desteya Rêveberiya Koma Kokar Sîrwe Reûf daxuyanî da û got: “Kerkûk bajarekî pîşesazî û germe. Herwiha rêjeya kesahiyê kême û salene her ku diçe pileya germê zêde dibe û metirsîdar dibe. Lewma çend meh in me dest bi amadekirina çandina şitlan kiriye.”

Berpirsê Ragihandina Damezirandina Kokar Mihemed Ebdulxaliq anî ziman di Roja Aştiyê ya Cîhanê de weke damezrandina Kokar biryar girtine ji bo vê rojê 10 hezar şitlên daran biçînin. Ebdulxaliq got: “Ji bo vê pêngavê mehek bû amadekariyên me hatine kirin. Bê ferqî cêwazî hemû pêkhateyên li herêmê cihê xwe di vê pêngavê de digirin.”

Piştî daxuyaniyê pêngava çandina şitlan li taxan bi hevkariya welatiyan destpê kir.