Ji ber lehiya li Japonyayê rabûyî herî kêm 6 kes mirin

Di encama barîna zêde ya baranê li Japonyayê lehî rabû û ji ber vê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber rabûna ava bi dehan rûbarên li başûrê rojavayê welat, talîmat hate dayîn ku divê 2 milyon kes ji warê xwe derkevin.

Her çiqasê barîna baranê ya li 7 herêman sekinî be jî lê tê payîn ku berêvarê ji nû ve baran bibare.

Rayedaran diyarkirin ku di felaketa lehiyê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Serokwezîr Yashîhîde Sûga di civîna lezgîn a Desteya Wezîran de got, “Di seranserê welat de hê jî pêkan e ku li gelek herêman barîna zêde ya baranê dom bike.”

Serokwezîr her wiha ev hişyarî da; “Ji ber barîna barana zêde li gelek herêman ax bi temamî têrav dibe û her kêlî dibe ku felaketeke mezin pêk were.”

Ajansa meteorolojî ya Japonyayê diyar kir ku baranên dawî gihiştiye asta “qet nehatî dîtin” û ragihand ku di nava 4 rojên dawî de li bajarê Ûreshîno yê bajarê Saga metreyek baran bariye.