Li Hollandayê ji ber germayê nêzî 400 kes mirin

Li welatên Ewropayê meha derbasbûyî rekora germahiyê hatibû şkandin, hate ragihandin ku tenê li Hollandayê ji ber germaniyê nêzê 400 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Îstatîstîk a Hollandayê ve hatî dayîn, di navbera dîroka 22-27’ê Tîrmehê de ji ber germahiyê bi sedan kes mirin. Li gorî daxuyaniyê di vê dîrokê de bi giştî 2 hezar û 964 kes mirin û hate diyar kirin ku li gorî rêjeya hefteya demsala havînê 400 kesên din zêdetir bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Germahiya zêde gelek kurt bû lê li Hollandayê heta roja îro li gorî pîvanan germahiya ku rekor şikandiye.”

Li gorî daxuyaniya ajansê kesên di navbera 22-27’ê Tîrmehê de mirîn piraniya wan li ser 80’î salî re ye. Di van dîrokan de hezar û 687 kesên temenê wan ser 80’î salî re mirin û ev li gorî hefteyên din 300 kes hê zêdetir in. Zêdebûna mirinan bi taybet li herêmên ku germahî lê heye û li herêmên rojhilat çêbûn û van tespîtan jî piştrast dike.

Li Fransa, Elmanya, Belçîka û Brîtanyaya Mezin meha Tîrmehê gelek germ bû li Hollandayê jî sala 1994’an ve pileya germahiyê ya herî zêde hatibû pîvan. Li welat piştî 75 salan cara destpêkê pileya germaniyê derket ser 40 pile re. Rêjeya herî germ a bilnd 25’ê Tîrmehê 40.4 pile bû.