Li Hollandayê banga tevlîbûna protestoya 8’ê Tebaxê ya li hemberî AKP’ê
Li Hollandayê hikûmeta AKP’ê ya li hemberî Kurdan şer daye destpêkirin û piştgiriya DAIŞ’ê dike wê bê protestokirin. Banga tevlîbûna çalakiyê hat kirin.

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Holandayê û hinek rêxistinên Hollandî yên weke Rode Morgen û AFA wê 8’ê Tebaxê li pêşiya îstasyona Den Haag Centraal de bi armanca protestokirina AKP’ê wê çalakiyeke rûniştinê li dar bixin.
Di belavoka ku ji bo tevlîbûna çalakiya ku operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî, komkujiyên Pirsûs û Zergelê yên dewleta Tirk bêne protestokirin hat kirin
‘ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DIKARIN BI HÊSANÎ LI EWRÛPAYÊ BIGERIN’
Di belavokê de hat xwestin di raya giştî de hestyarî li hemberî hevkarên şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin bê nîşandan. Hat diyarkirin ku gelek çeteyên DAIŞ’ê dikarin bi hêsanî ji welatên endamê NATO’yê de bigerin, lê kesên ku dixwazin piştevaniya Kobanê bikin têne girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çekên ku YE û DYE yên ku li hemberî DAIŞ’ê ji bo Kurdan dişînin bêne belgekirin û ev pirs kir, “Gelo ev çek ji DAIŞ’ê re têne rêkirin.”
Di daxuyaniyê de bi belgekirina piştgiriya Tirkiyeyê ya li gel DAIŞ’ê jî hat bibîrxistin, li hemberî DAIŞ’ê piştgiriya bi Kurdan re hat kirin.