Li Giresûnê li hemberî karkerên findeqan erîşa nîjadperest

Karkerên ji bo komkirina findeqan çûne navçeya Espriye ya GIresûnê rastî êrîşa nîjadperest a komeke faşîst a 100 kesî hatin.

Karkerên ji bo komkirina findeqan çûne navçeya Espriye ya GIresûnê rastî êrîşa nîjadperest a komeke faşîst a 100 kesî hatin. Hat diyarkirin ku polîs û jendermeyên mudaxaleyî hewldana lîncê ya koma nîjadperest nekir, lê agahiyên nasnameyên hemû karkeran girtin û ew qeyd kirin.

Du wesayîtên ku ji bo findeq komkirinê ji Semsûrê çûn navçeya Espriye ya Giresûnê, li Parka Suleyman Şah a navçeyê rastî êrîşa nîjadperest a komeke faşîst hatin. Camên wesayîtên wan hatin şkandin û xwestin wan lînc bikin. Fahrî Saray ê navbeynkarî kir ku karkerên Kurd bir herêmê diyar kir ku 10 sal in karkeran tine vê herêmê û wiha got, “Ji ber ku îsal jî dema komkirina findeqan hat, ez bi xwediyên baxçeyên findeqan re ketim peywendiyê û min karker birin. Dema em hatin navçeya Espriye ya Giresûnê em li Parka Suleyman Şah li benda xwediyên baxçeyan sekinîn. Di vê navberê de komeke nêzîkî 100 kesan bi dirûşmên, ‘Wê Derya Reş ji Kurdan re bibe goristan’ gotin û êrîşî wesayîtên me kirin.”

Camên wesayîtên ku jin, pîr û zarok têde hatin şkandin û xwestin wesayîtê biqulibînin. Saray da zanîn ku polîsên hatine cihê bûyerê ti mudaxaleyek nekirine. Saray ev agahî dan, “Hema piştî bûyerê em çûn, Qeymeqamtî û Midûriyeta Polîsan a Espriyeyê me gilî kir. Lê li şûna bikevin nava tevgerekê wekî ku me ji navçeyê biqewitînin ji me re gotin, ‘Li navçeyê nesekinin, karkeran yekser bibin cem xwediyên baxçeyan.’”

Hat diyarkirin ku hemû karkerên çûne herêmê hem ji aliyê jendermeyan ve û hem jî ji aliyê polîsan ve hatine qeydkirin.