Li Fransayê çalakiyên Aşûre yên FEDA'yê dewam dikin

FEDA'yê li navenda Civaka Demokratîk a Cîgerxwîn a li Parîsê, çalakiya Aşûreyê lidar xist.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) di êvara Pêncşemê de li Navenda Civaka Demokratîk a Cîgerxwîn a li banliyoya Vîlleneûve Saînt George ya li Parîsê, çalakiya Aşûreyê lidar xist.

Di çalakiya ku Serokê Desteya Pîran a FEDA Pîr Riza Yagmûr beşdar bû de, nûnerê CÎK'ê jî lê amade bû. 

Pîr Riza Yagmûr li vir peyivî û got, "Dema gel bêçare dimînin Rêber derdikevin holê û çareseriyekê diafirîne. Di demên bihurî de ev Rêber bi giranî Pêxember bûn. Di serdema nûjen de weke lîder tên. Di nava Kurdan de Abdullah Ocalan weke Rêberê neteweyî derket holê."

Pîr Riza di dewama axaftina xwe de got, "Ev 1400 sal in li herêma me, Îslama Emewî li hemberî Ehlîbeyta Mûhammed û li dijî tevahiya Misilmanan tevgereke înkar û tinekirinê dimeşîne. Rêvebirên îro yên van komkujiyan jî kujerên DAIŞ'ê ne." Pîr Riza diyar kir ku Zerdeştê Kurd, ola destpêkê ya yek xweda afirand û xweda jî di nava mirovan de dît û got, "Lê belê şopdarên wî, olên yek xwedayî, Yahûdîtî, Xiristiyanî û Misilmantî xweda ji mirov veqetand û birin ezmanan.

Pîr Riza, têgîna 'şehadetê' jî nirxand û diyar kir ku di roja îro de ciwanên gelê Kurd ên di têkoşîna xwe ya mafdar de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê ti Misilmanên li herêmê ve weke şehîd nayên qebûlkirin, lê belê yên ku bi tenê li pênaseya şehadetê ya Îslama Mûhammed tên ciwanên Kurd in. 

Pîr Riza da xuyakirin, ku yê ku dawî li zilma Emewî ya 87 salan anî Eba Muslum ê Kurd e, lê belê Abbasiyên ku bûn desthilatdar, li şûna ku spasiyên xwe pêşkêşî Eba Muslum bikin, rabûn ew qetil kirin.

Pîr Riza destnîşan kir, ku li Kerbelayê çawa ku av ji Huseyîn re nehatiye dayîn, di roja îro de ya ku li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û herêmên din ên Kurdistanê ji aliyê dîktatoriya Qesrê ve hat kirin, heman tişt e û Kerbelayên nû tînin serê gelê Kurd.

Pîr Riza di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku neheqî çi zû çi jî dereng wê têk biçe û destnîşan kir ku Tayyîp jî êdî li se rêya çûyînê ye.

Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) pişre mafê axaftinê girt û anî ziman ku zilma Yezît li Huseyîn kir ji aliyê ti Misilmanan ve nayê qebûlkirin. Nûnerê CÎK'ê ragihand ku feraseta desthilatdariya Emewî ya dijminê Îslama rastî, îro ji aliyê DAIŞ'ê û Tayyîp ê li Qesrê dimîne ve tê parastin. 

Nûnerê CÎK'ê roja Aşûreyê pîroz kir. Piştre dua Aşûre hat xwendin û li beşdaran Aşûre hat belavkirin.