Li Fransayê bahoz, birûsk û zîpik

Li gelek herêmên Fransayê doh bi şev bahoz rabû. Li ser bahozê dîmenên balkêş li ser medya dîjîtal hatin parvekirin.

4'ê Hezîranê li gelek herêmên Fransayê alarma pirtiqalî hate dayin. Li welêt bûyereke hewayî qewimî ku kêmcaran rû dide.

Baran, bahoz, birûsk û zîpikên ku bi qasî 5 santîmetreyî mezin bûn bi ser Fransayê ve bariyan.

Ji başûr rojhilat heta bi navenda welêt 65 bajar ketin alarmê.

Li bajarê Roûenê jinekê jiyana xwe ji dest da, xisareke madî rû da.

Di nava çend deqeyan de lehî li kolanên Roûenê rabû.

Li gelek deverên Bretonya, Val de Loîre, Normandîe û Parîsê birûskê şev ronî kirin. Di heman demê de bû sedema tirsê.

Wênevanên amator wêneyên birûskê li ser medya dîjîtal parve kirin. Yek ji wan jî birûska li Kûleya Eîffelê ketibû.

Bajarê Bîarrîtz jî di nav de li gelek bajarên din ên Fransayê heman dîmen hebû.

Li Nanteûîl les Meaûx a li herêma Seîne et Marneyê, birûsk li malekê ket û ji ber vê yekê şewitî.

Li gelek deveran jî zîpik bariya ku bi qasî pênc sanîtmetreyî mezin bûn. Bi hezaran mal bêelektrîk man.