Li Fransa ji bo çalakiyên Kobanê amadekarî didomin

Li Fransa ji bo çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê amadekarî didomin.

Ji bo çalakiya ku bi îmzeyên rêxistinên civaka sivîl û Tevgera Çep a Fransî wê li Bastîlle saet 14.00’an bê lidarxistin, amadekarî didomin.

Afîş û belavokên ji bo çalakiyê hatine amadekirin, ji aliyê gelek sazî û rêxistinan ve tên belavkirin. Di çalakiyê de bi banga Tevgera Jinên Kurd ve wê korteja jinan pêk bê. Jin wê bi dirûşma, “Ji nû ve avakirina Kobanê, paşxistina pergala baviksalarî ye” bimeşin. Ji bo çalakiyê bi stîckerên ku wêneyê Arîn Mîrkan lê ne, li gelek qadan bi dîwaran hatin daliqandin.

SAET 14.00'AN LI QADA BASTÎLLE

“Kobanê ji bo mirovatiyê li ber xwe da, ji nû ve avakirina Kobanê avakirina mirovatiyê ye” wê bibe dirûşma çalakiya Parîsê, wê saet 14.00’an li Qada Bastîlle destpê bike. Piştî meşê wê li Qada Repûblîqûe mîtîng bê lidarxistin. Li gel daxuyaniyên nûnerên saziyan, wê muzîsyenên Kurd jî ji bo Kobanê bêjin. Jin û saziyên Kurdistanî wê li Qada Repûblîqûe standên nasandinê vekin.

Parçeyekî vê mîtînga ku heta derengiya şevê wê bidome, hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê ne. Ji ekrana mezin a wê li qadê bê bicihkirin, encamên hilbijartinan wê bên şopandin.

Hejmarek zêde siyasetmedarên Fransî û navên hilbijartî jî wê tevlî vê çalakiya ku medyaya Fransî ji nêz ve dişopîne bibin.