Li Frankfurtê bi hezaran li hember tecrîd, Komkujiya Pirsûs û bomberdûmanê li qadan bûn
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi hezaran kesî tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komkujiya Pirsûs û êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya şermezar kirin.
ANF
FRANKFURT
şemî, 25 tîrmehê 2015, 20:23
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi hezaran kesî tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komkujiya Pirsûs û êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya şermezar kirin.
Di mîtînga ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk û Civaka Azad ve hat lidarxistin, nêzî 6 hezar kes beşdar bûn.
Di meşa saet 15:30’î li pêşiya Frankfurt HBF’ê destpê kir, pankarta wêneyên 31 ciwanên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane li ser hat vekirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, YPG, YPJ, CÎK, Ciwanên Azad, PJAK û TJK-E, al û rengên partiyên girêdayî Yekîtiya Hêza Demokratîk jî di meşê de cih girtin.
Girseya bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Qatil AKP, terorîst DAIŞ”, “AKP destek dike, DAIŞ lê dide”, “Bijî biratiya gelan”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPJ / YPJ” got, nêzî 3 kîlometreyan meşiya, hat Qada Alte Oper û li vir mîtîng pêk anî.
Di mîtînga bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Hevserokê NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur got: “Em wek gelê Kurd îro ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komkujiya Pirsûs û bomberdûmana li hember Herêmên Parastinê yên Medya şermezar bikin kom bûne.”
Hevserokê AGÎF Mesût Dûman jî bal kişand ser şoreşgerên li Pirsûsê hatin qetilkirin û wiha axivî: “Em ê vê têkoşîna van a bi rûmet bidomînin.” Dûman xwest Elmanya qedexeya li hember PKK’ê rake û got: “Eger bi rastî Elmanya dixwaze li hember DAIŞ’ê têbişoke divê destpêkê qedexeya li hember PKK’ê rake.”
Hevserokê AvEG-Kom Bakî Selçuk jî diyar kir ku êrîşa li Pirsûsê komkujiyeke li hember gelan e.
Serokê Herêma AABF Hessen Îhsan Dîlber jî da xuyakirin ku ji duh ve Herêmên Parastinê yên Medya tê bombekirin û got: “Em qebûl nakin û li hember vê em ê helwest nîşan bidin.”
Di mîtîngê de her wiha li ser navê Yenî Kadin (Jina Nû) û MLPD jî axaftin hatin kirin.