Li Ewropayê çareserî ji krîza li sektora çandiniyê re nayê dîtin

Krîza li sektora çandiniyê ya li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi taybetî li Fransayê, çareser nabe. Duh li gelek cihên Fransayê çalakî hatin lidarxistin.

Krîza li sektora çandiniyê ku gefê li karê deh hezaran karkerên li Fransayê, li sed hezaran karkerên li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê dixwe, ji bo çareseriya wê duh Wezîrên Çandiniyê li Brukselê li hev civiyan. Li gorî pêşniyara Wezîrê Çandiniyê yê Fransayê Stephane le Foll a pêşkêşî civînê hat kirin, tê xwestin ku ji hilberînerên ji ber kêmbûn û zêdebûna buhayê şîr karê xwe kêm kirine, dewlet alîkariyê bide. Lê derket holê ku di civînê de ev pêşniyar nehatiye qebûlkirin.

Tevî vê yekê, gelek pêşniyar di civînê de ji bo çareseriyê hatin kirin. Lê belê Wezîrê Çandiniyê yê Fransayê Stephane le Foll da xuyakirin, ku ji van hevdîtinan ti encam derneketiye holê. Stephane le Foll diyar kir, divê ev mijar herî kêm çend rojên din jî bê nîqaşkirin. Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê ji Çandîniyê berpiryar Phîl Hogan jî anî ziman, ku tedbîrên li ser sektera çandiniyê bên wergirti, wê di meha Adarê de pêşkêşî Civîna Bilind a Konseya Yekîtiya Ewropayê bên kirin.

Tevî Fransayê, Elmanya, Spanya, Îtalya, Polonya, Romanya û Belçîkayê jî ji bo çareseriya li sektora çandiniyê, banga wergirtina tedbîran kiribûn.

Li Fransayê, ku bi hezaran kes rû bi rû bi windakirina karê xwe ne, bi taybetî li Bretonya, Aûvergne-Rhone-Alpes û Normandiya li gelek herêman bi sedan kes li hev civiyan û bi traktorên xwe çalakî pêk anîn.

Karkerên çandiniyê yên pêşiya bajarê Vannes ê Bretonyayê girtin, tevahiya rojê ev bend û astengî ranekirin. Li herêma Aûvergne-Rhone-Alpes jî li pêşiya firoşgehên xwarinê yên mezin, ji roja Yekşemê ve traktor û romork hatine bicihkirin û pêşiya wan hatiye girtin.

Duh danê sibehê li nêzî bajarê Moûlîns ê herêma Normandiyayê, karkerên çandiniyê li ser rêya herêmî ya bi hejmara 13'an çalakî pêk anîn û bi dehan traktoran re rê li çûn û hatinê girtin.