Li Awûstralyayê asoxî baran hat

Li Awûstralyayê li herêmên ku şewatên mezin lê hene Pênçşemê baran hat. Hewa hinekî paqij bû.

Li Awûstralyayê ji Îlonê û vir ve şewatên mezin hene. Serwîsên meteorolojiyê ragihandin Pêncşemê li eyaleta Başûrê Gallerê yê Nû yê li rojhilatê başûr ê welêt baran bariyaye.

Bagera bi xurexure tavan a li eyaleta Vîctorîayê jî kir ku ewrên dûxanê yên jehrîn yên ji ber şewatan çêbûbûn ji hev belawela bibin. Nexasim li bajarê Melbourneyê ji serê vê heftiyê ve mirov nikarîbû lê hilmê bide û bistîne.

Saziya Berevaniya Hawîrdorê ya Eyaleta Vîctorîayê EPA'yê got, ''Bagerên bi xurexura tavan kir ku li beşekî berfireh ê eyaletê hewa paqij bibe.''

Serwîsên meteorolojiyê ji li hêviyê ne ku heta dawiya heftiyê şilî be. Heke ev çêbibe ji krîza şewatan a ji Îlonê û vir ve wê bibe serdema pêşî ya baranê.

Ji ber şewatan heta niha 28 kes mirine û derdora 1 milyarî ajal mirin,  2 hezar mal kavil bûn û nêzî 10 hezar hektarî bû xwelî.