Li Essen û Den Haagê protestoya Komkujiya Şengalê

Li bajarê Essen ê Elmanya û bajarê Den Haag ê Hollandayê Komkujiya Şengale hat şermezarkirin.

Li bajarê Essen ê Elmanya û bajarê Den Haag ê Hollandayê Komkujiya Şengale hat şermezarkirin.

ESSEN

Li Essenê di pêşengiya jinan de girseya li Stasyona Navendî ya Essen kom bû, Komkujiya Şengalê di yekemîn salvegerê de şermezar kirin.

Di çalakiyê de DAIŞ û AKP ku hatin şermezarkirin, di axaftinan de hat diyarkirin AKP û çeteyên DAIŞ’ê yên dest bi xwîn wê negihêjin armanca xwe.

Di çalakiyê de li ser navê Êzîdiyan Besê Şengalî ku axivî got: “Mirovatî li ku derê ye, demokrasiya Ewropa li ku derê ye, her kes ji nedîtî ve tê. Mesûd Barzanî em firotin, cîhan ev temaşe kir.” Şengalî got ku tenê PKK’ê destê xwe dirêjî wan kiriye û canê xwe feda kirine.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollanda jî bi armanca şermezarkirina Komkujiya Şengalê li ber şaredariyê çalakiya kon pêk tê. Di çalakiya ku du roj in didome wêneyên Komkujiya Şengalê hatin pêşandan.