Li DYE’yê zagona ji bo parastina jiyana xwezayî tê binpêkirin

Rêveberiya DYE’yê zagona ku zindiyên li xwezayê diparêze, bêbandor dike û tê diyarkirin ku wê gelek zindî biqelin.

Di sala 1973’an de bi zagonekê zindiyên ku li ber qelandinê bûn hatibûn parastin. Bi saya vê zagonê cureyekî qertelan ji qelandinê hatibû rizgarkirin.

Rêveberiya Donald Trûmp dema ku zagonan çêdike bi awayê ku gelek zindî werin qelandin, zagonan pêk tîne. Bi zagonê re bi tenê heywanên ku xetereya qelandinê li ser wan heye wê werin parastin.

Rêveberiya Trûmp dixwaze hin zindiyan ji bin parastinê derxîne. Ev jî wateya ku gur jî tê de gelek heywan wê bi hêsanî karibin nêçîra xwe bikin yan jî bi hinceta pêşveçûna aboriyê wê qadên xwezayî pêşkêşî şîrketan were kirin.

Bi vê zagonê re wê gurê gewr jî dola wan were qelandin. Di sala 1963’an de ev gur hejmara wan 417 bû lê bi saya parastina zagonê re hejmara wan bûbû 10 hezar cot.

Saziya bi navê Earthjûstîce jî diyar kir ku wê vê guherandina Trûmp bibin ji dadgejê. Nûnerê saziyê Drew Capûto diyar kir ku Trûmp gelek cureyên zindiyan dixe bin xetereyê.