Li DYE’yê di 8 mehan de 23 karesatên meteorolojîk çêbû

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) îsal 23 karesatên meteorolojîk çêbû. Di van karesatan de ji milyar dolarekî zêdetir xisar çêbû.

Îdareya Okyanûs û Atmosferê ya Neteweyî ya DYE (NOAA) ji sala 1980’an û vir ve karesatên meteorolojîk qeyd dike.

Li gorî NOAA’yê ji serê sala 2023’an heta niha 23 bûyerên mezin ên hewayî pêk hatine. Di sala 2020’an de jî 22 bûyer pêk hatibû û bûbû sedem ku herî kêm milyarek dolar xisar çêbibe.

Par jî 18 bûyerên  hewayî çêbûbûn û vî tiştî rê li ber xisareke bi qasî 165 milyar dolar vekiribû. Bahoza Lanê ya li Florîdayê bûbû sedema bi qasî 112 milyar dolar xisarê.

Li gorî NOAA’yê ev karesatên hewayî bûne sedema mirina 253 kesan.