Li du navendên Swîsre wê sibe çalakî bên lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsre wê sibe li du deverên cuda derkevin qadan.
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsre wê sibe li du deverên cuda derkevin qadan.
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsre wê sibe li du deverên cuda derkevin qadan. Gelê di pêşengiya ÎDGB’ê de li Zurîhê bê gel hev wê Komkujiya Pirsûsê lanet bike. Li gel vê girseya di pêşengiya DEM-KURD de wê li Lozanê bê gel hev 92. salvegera Peymana Lozanê wê şermezar bike.
Komkujiya Pirsûsê di pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre (ÎDGB)’ê de wê li Zurîhê bi meşeke navendî bê şermezarkirin. Meş 25’ê Tîrmehê roja Şemiyê saet 16.00’an wê li qada Zurîh Helvetiapaltz destpê bike. ÎDGB’ê banga tevlîbûnê kir.
PEYMANA LOZANÊ JÎ WÊ BÊ ŞERMEZARKIRIN
Kurdistanî û dostên wan ên di pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsre (DEM-KURD) wê bên gel hev 92. salvegera Peymana Lozanê li cihê hatiye morkirin wê şermezar bikin
Mîtîng 25’ê Tîrmehê roja Şemiyê saet 15.00’an wê li Lozan Ouchy bê lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li kantonên Frîbourg, Lozan, Cenevre û Neuchatel dijîn wê tevlî mîtîngê bibin.