Li Dormundê tecrîd, komkujî û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta yên li hember Herêmên Parastinê yên Medya yên dewleta Tirk û salvegera Komkujiya Şengalê hatin şermezarkirin.

Meş û mîtînga li bajare Dortmundê  di pêşengiya Tevgera Jinan û Navenda Kurd a Dortmund hat lidarxistin, nêzî 3 hezar Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Di meşê de jinen Kurd kirasên spî li xwe kirin û wêneyên jinên Şengalî hilgirtin.

Di meşê de dirûşmên, “Faşîst AKP, Qatil Erdogan”, “Erdogan û DAIŞ ji Kurdistanê derkevin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” hatin gotin.

Çapemeniya Elman jî ku eleqeyeke mezin nîşan da çalakî bi mîtîngekê bi dawî bû. 

...