Li dinyayê meha Hezîranê ya germ hate jiyîn

Servîsa Guherandina Avhewayê ya Copernîcûs a Yekîtiya Ewropayê (C35) diyar kir Hezîrana borî di asta gerdûnê de meha herî germ bû.

Ji meha Nîsanê û vir ve li dinyayê germahiyeke gelekî mezin heye. Ev germahî wekî guherandina avhewayê tên dîtin.

Copernîcûsê diyar kir ku meha Hezîranê di asta global de meha herî germ bûye û meha Hezîranê ya sala 2023’an rekora sala 2019’an derbas kiriye. Daneyên Copernîcûsê xwe dispêre heta salên 1950’î.

Li gorî Copernîcûsê di meha Hezîranê de germahiya di asta global de 16.51 derece bûye. Tê payîn ku ev germahî di meha Tîrmehê de jî bidome.