Li dinyayê her ku diçe birçîbûn zêde dibe

Pênc rêxistinên ji bo ewlehiya dexil û dan dixebitin, diyar kirin ku dinya ji hedefa xwe ya wê heta sala 2030’î ya wê tu kes birçî nemîne bi dûr dikeve.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Dexil û Dan û Çandiniyê (FAO) ya Neteweyên Yekbûyî Qu Dongyu got ku me digot em ê ji krîza Covid-19’ê xelas bibin, lê em xelas nebûn.  Dongyu da zanîn ku ji ber pevçûn û lezgîniyên din ên mirovî rewş girantir dibe.

Di rapora hevpar a FAO, Fona Bipêşvebirinê ya Çandiniyê ya Navneteweyî, UNICEF, Bernameya Dexil û Dan a Cîhanê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de ev tişt hatin gotin: “Di sala 2021’an de di navbera 202 û 828 milyon kes, ango ji sedî 9,8’ê nifûsa cîhanê ji birçîbûnê bi bandor bû. Ev jî tê wê wateyê ku ji sala 2020‘an a şewba Covid-19’ê derket 146 milyon bêhtir, ji sala 2019’an jî 156 milyon kes zêdetir ji birçîbûnê bi bandor bûne.“

FAO’yê bal kişand li ser Hedefa Bipêşveçûna Bi Berdewamî ya NY ya ‘wê tu kes birçî nemîne’ û got: “Dinya ji hedefa bidawîkirina birçîbûn, nebûna ewlehiya dexil û dan û nexwarina têr bi dûr dikeve.“

Tê payîn ku heta sala 2025’an nêzîkê 650 milyon kes birçîbûnê bibînin. Ev hejmar jî nêzê hedefa civaka navneteweyî ya ‘’nebûna birçîbûnê ji binî ve’’ ya ku sala 2015’an hat diyarkirin.

5 rêxistinên navneteweyî, li hember pevçûn, karesatên xwezayî û krîzên aborî yên sedemên bingehîn ên kêm bûyîna dexil û dan û nexwarina têr in, hişyariyê dikin.

Rêxistin dibêjin: “Mesele ne dewamkirin û nedewamkirina van zehmetiyan e lê ji bo mirov li dijî bûyerên sibehê roj ên bibin sedema zêdebûna buhayê tiştan li ber xwe bide divê kîjan gavan biavêje.“