Li dijî gendeliya şaredariya Kerkûkê nerazîbûn nîşan dan

Koma Şeqam li bajarê Kerkûkê li dijî gendeliya şaredariya Kerkûkê kom bûn û bi çalakiya rêgirtinê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li bajarê Kerkûkê rêya ber avahiya Şaredariya Kerkûkê ji aliyê endamên Koma Şeqam ve hate girtin. Çalakî bi mebesta xwedîderketina mafê welatiyên Kerkûkê û ji bo nîşandana nerazîbûnê ya li dijî gendeliya ku di şaredariyê heye û bûye sedem ku bajêr di nava qirêjî de bimîne hate kirin.

Hêjayê gotinê ye tevî ku şaredariya Kerkûkê sergoyan kom nake lê ji bo komkirina wê ji welatiyan pere distîne, her wiha pereyên elektrîk û avê jî ji welatiyan werdigire. Li Iraqê yekem şaredariye ku karmendên wê yên paqijkirinê nîne û li şûna wê ji bo vî karî bi şîrketên herêmî re peymanê çêdike.

Endamê Koma Şeqam Sermal Cebar Baziyanî li bajarê Kerkûkê derbarê çalakiya kirinî de ji ajansa me re axivî û got: “Li Kerkûkê tiştekî kirêt pêşketiye ku ew jî kombûna sergoyê ya li nava bajêr e. Tevî ku rewş wisa ye jî lê şaredarî ji çend aliyên mîna elektrîka jeneratoran û rêveberiya ava vexwarinê, her wiha şîrketên herêmî jî ji bo komkirina sergoyan bi berdewamî pere ji welatiyan distînin. Îro em li dijî vê gendeliyê kom bûne û me kolana şaredariya Kerkûkê girtiye.”

Baziyanî qala mebesta xwe ya ji wê çalakiyê kir û wiha pêde çû: “Îro ji bo komkirina sergoyê, şîrketa bi navê Sêber (Wehmî) heye ku pere ji welatiyên bajêr distîne, lewma ji bo xwedîderketina mafê welatiyên bajêr daxwaz dikîn ku ew kirêtiye nemîne ku rengê bajêr têkdaye û pêwîste aliyên pêywendîdar guh bidin dengê gelê Kerkûkê.”