Li Dihê cerdevanan daristan talan kirin
Li navçeya Dihê ya Sêrtê, dewleta Tirk bi destê cerdevanan qada daristanî ya herêma Herekolê talan kir.
Li navçeya Dihê ya Sêrtê, dewleta Tirk bi destê cerdevanan qada daristanî ya herêma Herekolê talan kir.
Herêmên Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê di çarçoveya polîtîkayên talanê yên leşkerî de, xisareke giran li qadên daristanî bû. Vê carê jî li Sêrtê heman qirkirina ekolojîk hate kirin.
Li navçeya Dihê, li quntarên çiyayê Herekolê cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Darên hatin birîn jî bi qemyonan ji deverên cuda re hatin veguhestin.