Li Dersimê meşa li xwezayê: Em xwedî li cografya xwe derkevin

Dersim her çar demsalê bi bedewiya xwe ya xwezayî bala mirovan dikişîne. Hezkiriyên xwezayê zivistanê jî li nava xwezaya bedew a Dersimê geriyan.

Bi nasnameya xwe ya etnîk, olî, civakî-siyasî û bi taybetmendiyên xwe yên dîrokî û cografîk Dersim xwedî avaniyeke serbixwe ye.

Dersim ku her parçeyek ji xwezayê lê pîroz tê dîtin û parastin, bi gefên madenkarî, nêçirvanî û bendavên li dijî pîrozmendiyên wê, her wiha bi têkoşîna li hemberî van gefan her tim di rojevê de ye.

Dersim ku di germa havînê de bi hewa xwe ya hênik mêvanan vedihewîne, mehên zivistanê jî gelekî balê dikişîne. Meşa li xwezayê ku li gelek herêman mehên bihar an jî payîzê têne kirin, balkêş e ku li Dersimê mehên zivistanê tê kirin.

Hidir Çîçek anî ziman ku ew kom bi kom dimeşin û 20 sal in meşa li xwezayê dikin.

Hidir Çîçek diyar kir ku li Dersimê li gelek çiyayan meşên li nexwezayê tênekirin, her demsalê xwedî bedewiyeke cuda ye û got, "Meşa di nava berfê de zehmet e. Meşa ku biharê û payîzê 3 saetan temam dibe, mehên zivistanê 7 saetan bi du parkûran temam dibe. Carna berf digihêje heta ser çonga me, lewma di meşê de em zehmetiyê dikişînin. Ez jî di nav de hin hevalên me carna hîn di parkûra destpêkê de dest ji meşê berdidin. Hin ji hevalên me jî parkûrê li gel şert û mercên giran jî temam dikin. Heybeta li serê çiyê hêjayî dîtinê ye."

'D ÇANDA ME DE PARASTINA XWEZAYÊ HEYE'

Hidir Çîçek bal kişand ser êrişên li dijî xwezaya herêmê û got, "Di çanda me de parastina xwezayê heye." Hidir Çîçek wiha dewam kir, "Bi dijminane xisarê li xwezayê dikin. Destpêkê bendav hatin çêkirin; bendavên Keban, Ûzûnçayir, Pembelîk 1, Pembelîk 2 hatin çêkirin. Çêkirina bendavan bandoreke neyînî li barîna berfê kir. Dibêjin enerjî. Li Dersimê bi şev girtina ronahiyê bandoreke neyînî li xwezayê nake, lê belê nebarîna berfê, ne barîna baranê bandoreke neyînî dike. Ev yek jî wê piştî bi salan bandora xwe nîşan bide. Ev jî têrê nake, bi kanên madenê xwezayê talan dikin.

'PEZKOVIYÊN XIZIR QETIL DIKIN'

Di baweriya me de parastina xwezayê, parastina heywanan heye. Em fêhm nakin ku çima îhaleyên nêçirvaniyê têne kirin. Pezkoviyên ku pêşiyên me bi gotina 'pezên Xizir e' parastin, niha bi îhaleyan têne qetilkirin. Mirovên li nava xwezayê digerin haya xwe ji ekosîstemê heye. Hevalên ku bi me re dest bi meşa li xwezayê dikin, amade ne ku ji bo xwezayê her tiştî bikin.

Taybetmendiya herî girîng a ku Dersimê ji cografyayên din cuda dike ew e ku mirovên li vê derê girîngiyê didin xwezayê. Mînak; xwarinên ji bo aştî û lihevhatinê li Pîlemuriyê li Çiyayê Bagir, li Qisleyê li Çiyayê Hamik, li Pulurê jî li Çiyayê Sûltan an jî Gola Bûyerê têne dayin. Wate dane van deran. Her eşîrek xwedî Duzgun Baba, Kal Memîsî, Kal Firat e. Mirov li wê derê findan vê dixwin, lewma sozên ku li wir didin nepêkane ku jê vegerin. Dersim xwedî çandek û jiyaneke xweser e. Ev der ji bo mirovan bûye cihê jiyanê, lewma pêwîstî bi parastina wê dibînin. Divê xweza bê parastin. Ev hişmendî û têgihiştin jî bi zextê nabe; bi perwerdeyê, bi hîskirina xwezayê, bi naskirina xwezayê dibe."