Li Colemêrgê cotkar amadekariya zivistanê dikin

Kesên li Colemêrgê sewalkariyê dikin dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Welatî giyayê ku havînê berhev kirine, dikin ka.

Li Colemêrgê sewalkarî çavkaniya sereke ya debara gel e. Li Colemêrgê ku 300 hezar kes lê dijîn piraniya gel debara xwe bi sewalkariyê dikin. Li Colemêrgê ku zivistana wê pir dijwar e amadekariyên zivistanê yên cotkaran dest pê kir.

Li gundê Xenanîs ê ku 10 kîlometre dûrî navenda bajarê Colemêrgê ye, di bihar û havînê de li bejahiya gund, gelî û zozanan bi amûrên kevn û hêza mirovan giya tên berhevkirin. Gundî paşê giyayê ku berhev kirine bi hesp û traktoran dibin gund. Giyayê ku li gund tê berhevkirin ji bo ku bikin ka, tên ziwakirin. Giyayê ku heta payîzê tê ragirtin, wê demê ji bo kirina kayê amade ye. Giya bi wesayîta patosê vediguherînin kayê û di mehên zivistanê de didin sewalan.

KELECANA GUNDIYAN A KAYÊ

Cotkarê gundê Xenanisê Rênas Îhtiyatoglu, diyar kir ku ew di mehên bihar û havînê de li deşt û bejahiya gund ji bo sewalên xwe gîha berhev dikin û van gîhayan bi rêya patosê dikin ka. Îhtiyatoglu, da zanîn ku bi taybetî bi krîza aborî re bihaya gîha û kayê gelekî zêde bûye û got, “Ji bo krîza aborî zêde bandorê li me neke, em hewl didin giyayên xwe berhev bikin. Em giyayê ku berhev dikin bi hesp û traktorê tînin gund. Em wan li cihekî gund li ser hev kom dikin. Giyayê ku em li vir didin ser hev, payîzê em dikin ka. Em patosê tînin gund da ku kayê çêkin. Hemû gundiyên ku giyayê wan heye, ji bo ku kayê çêkin giya xwe li patosê dixin. Kayê ku em amade dikin di mehên zivistanê de em didin sewalên xwe.”