Li Colemêrg û Samsûnê 11 kes hatin binçavkirin

Hikûmeta AKP’ê ya Demkî operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Li Samsûn û Colemêrgê di serdegirtinên malan de 11 kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP’ê ya Demkî operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Li Samsûn û Colemêrgê di serdegirtinên malan de 11 kes hatin binçavkirin.

SAMSÛN

Li Samsûnê 7 endamên DODER'ê hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî ya ku hikûmeta demî ya AKP'ê bi konsepta şer ve xiste dewreyê di Samsunê de jî xwe da der. 7 endamên Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODER) ên di hilbijartinan de ji bo HDP'ê xebat meşandin hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku kesên bi navên A.Î.D. (22), A.Î. (24), R.G. (19), V.T. (22), J.S. (24) ve R.R.(23) ji 4 malên cuda hatine binçavkirin. Kesê bi navê R.O. jî li Dîlokê hate binçavkirin. Endamên DDER'ê birin Midûriyeta Polîsan a Samsunê.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê di bi ser de girtinên malan de 4 welatî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Colemêrgê danê sibê gelek tîmên taybet li gelek taxan bi ser malan de girtin û rêvebirên DBP’ê jî di nav de 4 kes binçavkirin. Rêvebira navenda bajêr a DBP’ê Cevahîr Kaçar, Cebraîl Karagoz û 2 welatiyên navên wan nehatin zanîn di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û sedema binçavkirinan nehate zanîn.

Polîsan 4 kesan birin Midûriyeta Polîsan.