Li Brukselê AKP hat protestokirin

Li paytexta Belçîka Brukselê bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji her çar parçeyan, Tirkiyeyî û Belçikiyan ku mîtîngek pêk hat polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin şermezarkirin.

Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Ewropayê tên protestokirin. Li paytexta Belçîka Brukselê bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji her çar parçeyan, Tirkiyeyî û Belçikiyan ku mîtîngek pêk hat polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin şermezarkirin.

Di çalakiya li ber Gara Navend, Ermenî, Asûrî, Belçîkayî, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî, hiqûqnas û dijberên şer amade bûn.

KNK, HDP, YNK, Goran, Komela Îslamî, PYD û PJAK jî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de li hember polîtîkayên AKP’ê yên şer nerazîbûn hat nîşandan û dirûşmên, "Ji şer re na” û “Ewropa ti li ku derê yî? Tirkiye me dikuje” hatin gotin. Bang li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku li hember polîtîkayên êrîşkar ên Tirkiyeyê bikevin nav tevgerê.

Di axaftinên di mitîngê de hatine kirin de hat destnîşankirin ku wê rê nedin Erdogan vî şerê qirêj bimeşîne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar di axaftina xwe de diyar kir ku Erdogan pêvajoya aştî û agirbestê xera kiriye.

Aydar got, “Kesên aştiyê naxwazin ew in. Kesên ji bo parastina desthilatdariya xwe jî şer dikin ew in.” Aydar wiha dewam kir, “Em ji bo aştiyê amade ne, lê em ê li hemberî êrîşên wan jî heya dawiyê xwe biparêzin.”

Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade jî bang li hikûmeta Herêma Kurdistan a Federal kir ku ji bo li hemberî şerê AKP dimeşîne rola xwe bilîze.

...