Li Brezilya kesên ku mirin bûne 186

Li Brezilya bajarê Petropolîsê ji ber lehî û şeqitîne erdê ya beriya heftiyekê kesên ku mirin bûne 186. Hê jî bi dehan kes winda ne.

15'ê Sibatê ji ber şiliya zêde lehî rabûbû û erd şeqitî bû.

Polîsên xwecih ragihandin ji bobelatê û wir ve termê 113 jinî û 73 mêrî dîtine. Polîsan her wiha diyar kirin 33 zarok jî mirine.

Li gorî rayedaran 69 kes hê jî winda ne. Ji ber vê, tê gotin dibe ku kesên ku mirine zêdetir bibin.

Li Brezilyayayê bi rengekî çelexwehrî avakirina bajaran diku ku lehî û şeqitîne erdê zêdetir bibin.

Hikûmeta Brezilyayê hişyar da û got dibe ku li vê herêma çiyayî ya Rîso hê jî erd bişeqite.

Çileya 2011'an li Petropolîs, Nova Frîbûrgo, Itaîpava û Teresopolîsê ji ber lehiyê û şeqitîna erdê herî kêm 900 kes miribûn.