Li Berlînê sempozyûma pirzimanî

Bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, YEKMAL'ê tevî gelek zanîngehan li paytexta Elmanya Berlîne sempozyûmeke ziman a ji bo 2 rojan li dar xist.

Yekîtiya Malbatên Kurdistanî (YEKMAL) bi hevkariya Yekîtiya Zanîngehên Berlînê sempozyûmek li dar xist.

YEKMAL'ê beriya niha jî gelek caran bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakî organîze kiribû.

Prof. Dr. Anka Bergmann, Prof. Dr. Stephan Breidbach, Prof. Dr. Daniela Caspari, Prof. Dr. Uwe Gellert, Dr. Maria Große, Prof. Dr. Beate Lütke jî di nav de gelek zimanzan û akademîsyen tevlî sempozyûma îsal bûn.

Prof Dr. Gabriela Meyer û Prof. Dr. Katharina Brizić bi taybetî bal kişandin ser hevgirtina civakî û rola zimanan.

DARICI: JI BO KURDÎ HESASIYET DIVÊ

Bi navê YEKMAL'ê Gunay Darici di roja destpêkê ya sempozyûmê de bal kişand ser lêkolîneke saziya wan û got, "90 ji sedî yê Kurdan bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin." Darici destnîşan kir ku li gel vê yekê jî di perwerde û hîndekariyê de mafên xwe hîn bi dest nexistine.

Darici got, "Li Berlînê zêdeylî sed hezar Kurd hene, piraniya wan dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin, lê belê astengiyên mîna yên welatên jê hatine li vir jî heman astengiyan dibînin." Darici destnîşan kir ku ji bo Kurdan û Kurdî hesasiyeteke xurt divê.

DERÎNCE: BÛ GAVEKE GIRÎNG

Koordînatorê akademiyê yê YEKMAL'ê û ji amadekarên sempozyûmê zimanzan Mehmet Şerîf Derînce jî têkildarî sempozyûmê ji ANF'ê re got, "Bi navê saziyê sempozyûmeke wiha em cara yekemîn e li dar dixin. Ev yek ji bo me gelekî girîng e." Derînce di mijara perwerdeyê de bal kişand ser bandora malbatan, mamoste, dibistan, rêveberiya senato û zanîngehan û anî ziman, ku ji bo civakeke demokratîk û wekhev divê ew karekî hevpar bimeşînin.

Derînce ragihand, profesorên zimanên Romenî, Rûsî, Elmanî, Îngilizî, Îranî yên ji 6 zanîngehan li ser pirzimanî, perwerde û nêzîkatiya malbatan li sempozyûmê pêşkêşî kirin.

Tevî nûnerê YEKMAL'ê her wiha nûnerên saziyên cuda yên ji Spanya, Polonya û Latîn Emerîkayê di sempozyûmê de qala pirsgirêkan kirin û ji bo afirandina civakeke demokratîk û wekhev pêşniyar û rexneyên xwe kirin.

Di sempozyûmê de her wiha statuya Elmanî, Îngilizî, Rûsî, Erebî, Tirkî û Kurdî li dibistanan hate nîqaşkirin. Pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê hatin vegotin. Di vê nîqaşê de jî nûnerên 7 dibistan û navendên perwerdeyê hebûn.