Li ber Wezareta Karên Derve ya Swêd çalakiya rûniştinê

Ji bo protestokirina bomberdûmana dewleta Tirk a li hember Kurdistanê, êrîş û girtinên li Tirkiye û Kurdistanê yên li hember şoreşgeran li ber Wezareta Karên Derve ya Swêd îro saet 13.00’an çalakiya rûniştinê hat destpêkirin.

Komek Kurdistanî ji bo protestokirina bomberdûmana dewleta Tirk a li hember Kurdistanê, êrîş û girtinên li Tirkiye û Kurdistanê yên li hember şoreşgeran li ber Wezareta Karên Derve ya Swêd îro saet 13.00’an çalakiya rûniştinê destpê kirin.

Kurdistaniyan pankarteke mezin a li ser “Şerê li Kurdistanê rawestîne. Ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike” û pankartên li ser alên KCK û PKK’ê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûn hilgirtin. Kurdistaniyan ji hikûmeta Swêd xwestin ku êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar bike û li hember polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê helwest bigire.

Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina Komkujiya Zergelê ya 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 10 kesan birîndar bûn kefenên bi xwîn jî li ber pankartan rêz kirin.

Li gel vê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholm û Ciwanen Azad daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku piştî pêşketinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê bi temamî li ber sekinandinê ye. Di daxuyaniyê de ji Wezîrê Karên Derve yê Swêd Margot Wallstrom tê xwestin ku 4 daxwazên wan bên cih.

Di daxuyaniya ku ji tevayî medyaya Swêd re hat şandin daxwazên çalakvanan wiha tê birêzkirin.

Pêwîst e Swêd bi rêya Wezareta Karên Derve li hember bomberdûmana balafirên şer helwest bigire. Û ji Tirkiyeyê bixwaze ku êrîşan rawestîne.

Pêwîst e Wezareta Karên Derve Hikûmeta Tirk bide zorê ku bi PKK’ê re hevdîtinên aştiyê pêk bîne.

Pêwîst e Swêd daxwaz bike ku tevayî siyasiyên di demên dawî de hatine girtin berde.

Pêwîst e hikûmeta Swêd aşkera ragihîne ku li gel daxwazên aştî û azadiyê yên gelê Kurd e.

Şîlan Bîçen a tevlî xwepêşandanê bû ji ANF’ê re ragihand ku Tirkiye û Amerîka li Rojhilata Navîn lîstikeke dualî dilîzin, DYA bombekirina Kurdistanê ji aliyê AKP’ê ve erê kiriye, Tirkiyeya ji vê cesaret girtiye dixwaze li Sûriyeyê li hember Kurdan herêmeke tampon ava bike.

Bîçen bang li hikûmeta Swêd, tevayî welatên demokratîk, rêxistinên mafê mirovan kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk helwest bigirin. 

...