Li başûrê rojhilatê Spanyayê barana dijwar

Ji ber barana dijwar a li başûrê rojhilatê Spanyayê av kete malan, 2 kes mirin, bi sed hezaran xwendekar nekarîn biçin dibistanê.

Komeleya Meterolojiya Valensiya (AVAMET) bi dîmenên parvekirî hilweşîn dîwarên li bajar Ontînyent a xwedî nifûsa 35 hezarî ye nîşan da. Li gorî rayedarên herêmî 2 kes mirine.

Ji Ontînyentê ava çemê Clarîno bilind bû, wesayît li ber xwe bir, dîsa li taxekê rêya hesin ma di bin avê de.

Li gorî meterolojiya Ontînyentê ji sala 1917’an û vir ve bi barana herî dijwar re rû bi rû ne.

Li herêmê ji ber tedbîran li 84 deveran fermana betalkirina dibistanan hatiye girtin. Li van dibistanan perwerdeya 255 hezar xwendekaran hate taloqkirin.

Li herêma Xweser a Mûrcîa hemû dibistan û zanîngeh hatin girtin. Servîsên meterolojiyê ji ber bahoza zêde û baranê  zenga sor da.