Li bajarê Gävle yê Swêd protestoya AKP û DAIŞ’ê

Bombardûmana artêşa Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya, girtinên li Tirkiye û Kurdistanê yên li hember Kurd û şoreşgeran li bajarê Gävle yê Swêd bi meş û mîtîngekê hat protestokirin.

Bombardûmana artêşa Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya, girtinên li Tirkiye û Kurdistanê yên li hember Kurd û şoreşgeran li bajarê Gävle yê Swêd bi meş û mîtîngekê hat protestokirin.

Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Qada Sodermalm kom bûn, bi dirûşman çeteyên DAIŞ’ê û AKP protesto kirin û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Di axaftinên li qada navenda bajêr hatin kirin, nûnerên rêxistinên civaka sivîl gotin ku hikûmeta di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de serketina HDP’ê û têkçûna AKP’ê hezm nekir dest bi polîtîkayên şer kiriye û li hember gelê Kurd ketiye nav êrîşeke topyekûn. Bang li NY, DYA, Yekîtiya Ewropa, saziyên navneteweyî, dewlet û rêxistinên civaka sivîl hat kirin ku li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê helwest bigirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Seroka Navenda Civaka Demokratîk a Gävleborg Halîme Aldûr diyar kir ku artêşa Tirk bi hedefgirtina sivîlan re dixwaze gelê Kurd bitirsîne, lê gelê Kurd weke her dem wê niha jî xwedî li şervanên azadiyê yên Kurd derkeve.

Zerdeşt Îbrahîmî jî piştî navê 9 sivîlên li gundê Zergelê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin xwend polîtîkaya şer a dewleta Tirk bi tundî şermezar kir.

JI BO XWEPÊŞANDANA PROTESTOYÎ YA STOCKHOLM BANGAWAZÎ

Nûnerên Civaka Demokratîk a Kurd a Gävleborg, ji bo xwepêşandana bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ya 8’ê Tebaxê roja Şemiyê saet 13.00’an li Parka Humlegården a Stockholm bang li gelê Kurdistan û dostên wan kirin.