Li Alpan li gel erozyonê jî raqim zêde dibe

Li gorî lêkolîneke li Alpên Swîsreyê hatî kirin ji ber aktîvîteyên binerd, raqim zêde dibe û bi sedema erozyonê hêrifandinê telafi dike.

Li gorî lêkolîna pisporên Enstîtûya Jeolojiyê ya Zanîngeha Bernê Alpên Swîsreyê berevajî ya ku dihate texmînkirin kêm jî be zêde bûye û li gorî vê serê hezar salî bi giştî 80 santîmî zêde dibe.

Ji jeologan Frîtz Schlunegger k udi nav lêkolînê de cih girtî got: ‘’Ev ji bo me surprîzeke mezin e. Ji ber ku heta niha ji me weye bilindbûna Alpan û hêrifandina ji ber erozyonê hevsengekê datînin.’’

Li Alpên Swîsreyê ku weke ‘Alpên Navendî’ têne zanîn, serê hezar salî li gel ku bi qasî 80 santîmî bilind dibe jî texmîn ew e ku li hin herêman ji ber erozyonê hêrifandin zêde ye. Li gorî Schlunegger li hin deveran li gel hêrifandinê jî bilindbûna bilez didome. Her çendî hêrifandina ji ber erozyonê serê hezar salî bi qasî 40 santîmî were zanîn jî li Ilgrabenê ya li Kantona Valaîsê ev hêrifandin bi qasî 7,5 metroyî hate tespîtkirin.