Li Şengalê tevna jiyanê didome

Li Şengalê ligel şert û mercên kêm tevna jiyanê tê honandin. Li aliyekî têkoşîna bi şewba koronayê re, li aliyekî jî xebatên xizmetguzarî û avadaniyê didomin.

Li herêma Şengalê ya di bin serweriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ligel tedbîrên ewlehî û tenduristiyê jiyan didome. Piştî li tevahiya cîhanê şewba nexweşiya korona gihişt asteke metirsîdar, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî di çarçoveya pêşîlêgirtina vê nexweşiyê de hin tedbîr girtin.

TEDBÎRT HATINE XURTKIRIN

16’ê Adarê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê, ragihandbibû ku ji bilî pêwîstiyên jiyanî û rewşên lezgînî, çûn û hatinên li derveyî Şengalê, dîsa çûn û hatinên di navbera komalgehan de hate sînordarkirin, an jî hate rawestandin. Dîsa hem li bendên ser rêyan, hem jî li tax û nexweşxaneyan ekîbên tenduristiyê kontrolên xwe zedekirine. Lewre li gorî daneyên fermî heta niha bûyereke vê şewba koronayê li herêmê rû nedaye.

MECLÎSA GEL BÛYE SEFERBER

Ji bo ku gel mexdûr nebe, Meclîsên Gel ên Rêvberiya Xweser jî derfetên xwe seferber kirine, ango xistine xizmeta gel de. Li gorî derfetan alîkariya jiyanî û tendutistî ji malbatên hewcedar re tê dayîn.

GEL BI XWE ALÎKARÎ HEV DIKIN

Li navenda Şengalê, tevahiya komalgeh û gundên wê şaredarî, meclîs û xelkê herêmê bi hevbeşî derfetên xwe dikin yek û li dijî bêderfetiyan têkoşîna xwe dikin. Ji aliyekî ve xebatên paqijiyê, ji aliyê din ve jî xebatên dermankirina kolan û taxan tên kirin.

Şaredariyên gel bi tevkariya meclîsan bi derfetên heyî hewl didin xizmetê bigihînin tevahiya civakê. Hem paqijiya kolan û taxan tê kirin, hem jî rêkûpêkî û çak-kirina hawirdorê didome.

Di vê dorhêlê de xebatkarên şaredariyan ne tenê li nava taxan, li park û hawirdorê jî bi hatina biharê re hem rêkûpêkiya derdor dikin, hem jî dar û beran kezax dikin. Dîsa xebatên sera û çandina şitlan a li zeviyan didome.