Li Şengalê pîrozbahiyên cejna Batîzmiyê hene

Li Şengalê pîrozbahiyên cejna Batîzmiyê hene. Pîr Seydo têkildarî cejnê got; "Ev cejn demeke dirêj e ku tê pîrozkirin û gelekî kevnar e. Tenê eşîrên Çêlka û Pîran vê cejna pîroz dikin. Li rojên Batîzmiyê şevberat jî tê girtin."

Pîrê Arî wekî temsîla Tawisê Melek tê zanîn ku di Êzdayetiyê de serokê melayîketan e. Lewma Cejna Pîrê Arî (Batîzmî) ji bo 7 melayîketên xwedê, 7 rojan dewam dike. “Roja Paqijiyê (Cilşo)” ye. Roja Duşem, Sêşem û Çarşemê jî rojî tê girtin. Lê roja dawiyê rojî heta nîvrojê ye. Piştî nîvro jî pîrozbahiya cejnê dest pê dike.

Roja Çarşemê piştî nîvrojê “serbir” e, yanî her malbetek sewalekî serjê dike. Di heman demê de her malbatek serbirekî taybet ji bo “Pariyan” serjê dikin. Di seribiran de 7 hestî tên veqedandin û ji van re “Parî” tê gotin.

Li gorî baweriyê dema serbir tê serjêkirin, pêwîste ev 7 hestî neyên şikandin û heta roja Şevberatê (şeva ku tu kes ranazê) tên parastin, jê nayê xwarin.

Paşê nanekî taybet ê bi navê “Sewik” tê çêkirin. Sewik bi hevîrtirşê ji mala Pîrê Çêlkan, tê çêkirin. Her malbatek, diçe mala Pîr û hevîrtirş tîne. Li ser Sewikan 12 nexşên ku temsîla 12 mehên sale dikin, tên çêkirin.

Cejna Batizmiyê ne ji niha de berku ji destpêka dîroka Êzidiyan de ev cejne bi rengekî gelekî xweş, rê û resmên xwe ve tê pêkanîn û kesên ku vê cejna çêdikin bi dilekî germ û hezkirineke mezin pêşwaziya cejna Batizmiyê dikin.

Pîr Seydo yek ji pîrên Pîrê Aliye ku derbarê cejina Batizmiyê de wiha dibêje: “Ev cejin demekî dirêje ku tê pîrozkirin û gelekî kevnar e. Tenê eşîrên Çêlka û Pîran vê cejna pîroz dikin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Pîr dibêje: “Ev cejina Batizmiyê 7 rojan dewam dike. Di roja yekê de her kes ji bo paqijiyê kar dike, roja duyem û sêyem em rojî digirin, roja Çarşemê jî divê mezinê malê rojî bigire û heman roj dibe roja qurban kirina pez. Roja Pêncşemê jî bi fermî  dibe roja cejna û her kes dikare bê û bi hevre cejna pîroz bikin.”

Her wiha Pîrê aliyê got: “Di şeva Pêncşemiyê ango êvara Înê, ew şev dibe Şevberatê (Şeva ku tu kes ranazê). Kî bixwazê dikare wê Şevberatê bigire. Roja Înê û Şemiyê jî cejn e, gel dikare ji bo pîrozkirina cejna bigere, ev Batizmî roja Yekşemiyê bi dawî dibe.”

Pîr Seydo derbarê rê û resmên cejina Batizmiyê de wiha axivî: “Di vê cejna de gelek tişt hene, yek ji wan sewikên têne çêkirin, 12 neqşan lêdidin ji ber ku 12 mehên salê hene û di nava wan de jî xalên grover hene. Dibêjin ku ew jî ji ber kewîna (çêbûn) cîhanê ye. Her tiştekî ku di vê cejna de heyî wateya xwe heye lê ji ber ku di demên berê de ango dema bav û kalan de derbarê wê yekê de tiştek nehatiye nivîsandin lewma di destê me de jî zêde agahî nînin.”

‘BI HEZARAN SAL TÊ PÎROZKIRIN’

Pîr axaftinên xwe domand û anî ziman: “Bav û bapîrên me jî dema ferman dihatin serê wan jî dîsa ev rê û resm digerandin û dev ji mîrateya xwe ya çandî bernedidan. Em jî heta niha li pey wê şopê ne. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de jî me jiyan kir, gelek zorî û zehmetî hebûn û derfetên me jî pir kêm bûn lê me dîsa jî dev ji rê û resmên xwe berneda. Ji ber ku cejnekî ji vê mezintir nîne. Bi hezaran sale ku ev cejne tê gerandin û emê her tim wan merasimên xwe yên pîroz bidomînin.”

‘BI HÊVIYA BIBE WESÎLEYA YEKÎTIYA HEMÛ GELÊ ME’

Pîr Seydo axaftina xwe bi wan peyvan bi dawî kir: “Em bi hatina merasîmên xwe yên pîroz, cejn û rojên xwe yên girîng gelekê kêyfxweşin. Em vê cejina Batizmiyê li hemû gelê xwe yê Êzîdîxanê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejin bibe wesileya yekitiya hemû gelê me.”