Li Şengalê cejna Batizmî tê pîrozkirin

Xatûn Xelef ji bo Cejna Batizmê got “Ev Cejn ji bo hatina Pîrê Arî ye. Pîrê Arî di vê werzê de hatiye nava me, ji ber vê ji bo me pîroz e. Her wiha em bi vê cejnê sala ku em tê de ne diqedînin û di heman demê de xêrhatina sala nû dikin.”

Di nava civaka Êzidiyan de her cejnek bi wate û girîngiya xwe heye. Di heman demê de her cejnek têkiliyeke xwe ya bi hêz ya bi bedewiya xwezayê re heye. Yek ji wan cejnan jî Cejna Batizmê ye. Cejna Batizmê yek ji van cejnan e ku ji bo bidawîkirina salê û her wiha ji bo xêrhatina sala nû tê kirin. Di vê cejnê de bi şêweyên cihê qala girîngiya roj, meh û salê tê kirin. Her wiha di vê cejnê de wateya xizmeta ji civakê re, alîkarî, civakbûn û dilnizmiyê bi rengên yek ji yekê bedewtir hatiye pênasekirin.

Xatûn Xelef di roja pêncemîn ya Cejna Batizmê de ji me re bi van gotinan qala wate û tehrîfa Cejna Batizmê kir “Ev Cejn ji bo hatina Pîrê Arî ye. Pîrê Arî di vê werzê de hatiye nava me, ji ber vê ji bo me pîroz e. Her wiha em bi vê cejnê sala ku em tê de ne diqedînin û di heman demê de xêrhatina sala nû dikin. Ev cejn li ser eşîra Çêlkiya ferz e. Di nava van 7 rojan de em her rojê bi şêweyekî cuda pîroz dikin.”

WATEYAN ROJAN

Dayika Xatûn yek yek qala wateya van rojan dike û dibêje “Yekşem destpêk e, roja cilşoyê ye. Duşem û Sêşem rojî ye û di heman demê de roja nanê miriyn e, em nanan digerînin. Çarşemê jî em qurbanan serjê dikin. Êvara Pêncşemê Şevberatka xêra ye. Pêncşemê cejn e û êvara înê Şevberatka giştî ye. Şemiyê Şîlane di sibeha Şemiyê de berî roj derbikeve, em ser û pêyan amade dikin, Taştêya Şêşims belav dikin. Di belavkirina Taştêya Şêşims de tişta girîng ev e ku em ser û pêyan didin malên ciranên xwe. Piştî me taştêyên xwe dan malan, piştî wê em dikin Şîlan û ev rojî weke roja berî wê cejnê em diçin cejnên hev.  Wê rojê em dikin roja Cejna Şêşims bi vî awayî cejnên me diqedin.”

‘SEWIK WATEYA CEJNÊ DI NAVA XWE DE DIHEWÎNE’

Dayê Xatûn Xelef di berdewamiya gotinên xwe de qala çêkirina sewikan jî kir û got: “Di vê cejnê de yek jî mijara herî girîng, çêkirina Sewikan e. Sewik wateya cejnê di nava xwe de dihewîne. Xewreyê Sewikan ji gel Pîrên me ji me re tê û li Bakurê Kurdistanê darek taybet heye ya gûzan. Wan gûzan ji pîrên me re dişînin, pîrên me jî bi 7 taman amade dikin û ji me re dişînin. Em bi wî xewreyî Sewikên xwe çêdikin û di nava van 7 rojan de divê her tim li malê sewikên germ amade bikin. Dema mêvan tên em sewik û xwarinê pêşkêşî wan dikin.”

Dayê Xatûn di berdewamiya gotinên xwe de li ser wateya nexşên li ser Sewikan jî wiha got “Nexşeyên Sewikan tê wateya tîrêjên rojê. Çargoşeya hindirê wê jî tê wateya çar werzên salê. Di nava her tirêjeke nexşê de jî 7 xal hene. Ew 7 xalên dû hev jî di wateya rojên hefteyê de ne.”

JI BO PÊKHATINA DAXWAZAN

Yek jî girîngiya vê cejnê ev e ku, di vê cejnê de dezik jî belav dikin. Ew dezik di roja dawî ya cejna xwe de li ser hêlma ser û piyan de digerînin. Li serê mala xwe li pêşiya boxçik dideynin kesên tên mêvaniyê li wir ziyaret dikin. Ji ber  ew der cihekî pîroz e, tiberk û pîroziyên civakê lê tên girtin. Her kesê çû wir ger ku bixwazin, malbat ji wan re wê dezika sor û sipî girêdide. Kes ji bo xwe hêvî û daxwaz dike, malbat jî ji bo hêviyên wan kesan pêk were dia dikin.

‘RENGÎNIYA HEFTEYÊ ŞEVBERATK IN’

Ciwana bi navê Xatûn Birahîm jî bi van gotinan qala Şevberatkan kir, “Tevahî rojên cejnê xweş û pîroz in lê yek jî rîtuela herî girîng û bi reng ya vê cejnê jî Şevberatk in. Ji berê û heya niha di Şevberatkê de em tev li cem hev kom dibin û em di wê şevê de heya sibê civatan digerînin.”