Li Îtalyayê germahî: Li zêdeyî 500 cihî şewat derket

Li Îtalyayê arkuj di nava germahiya zêde li zêdeyî 500 cihî hewl didin şewatê vemirînin. Ji ber şewatê 4 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Servîsên arkujiyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Li Sîcîlyayê ku 230 şewat hatine kontrolkirin, di nava 12 saetan de 528 carî hewl hate dayin ku şewat bê vemirandin."

Hejmara mirovên vê hefteyê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 4 kesî.

Li Îtalyayê germahiya hewayê gihîştiye asta rekorê. Roja Çarşemê li Sîcîlyayê germahî gihîşt 48.8 pileyî û li Ewropayê rekor şikand.

Pêla germahiyê ku tê payin çend rojên din jî dewam bike, di serî de li Sîcîlya û Calabrîayê li gelek deveran dibe sedema şewata li daristanan.