Li Îranê qirêjiya hewayê: Dibistan hatin girtin, karmend dê li malê bixebitin

Li paytexta Îranê Tehranê ji ber qirêjiya hewayê ya zêde tedbîrên ji bo roja Çarşemê tên girtin. Ji ber hewaya nebaş bandorê li Tehran û bajarên din dike, dibistan hatin girtin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê Irnayê, hikûmetê biryar da ku roja Çarşemê li kreşên zarokan û dibistanên seretayî yên Tehranê dersên rû bi rû neyên dayîn. Li ser online dê dersan bidin xwendekaran.

Di heman demê de bang ji sê karmendan yekî kirin ku “roja Çarşemê tele-xebatê” bixebitin.

Qirêjiya hewayê bandor li ser nifûsa Tehranê ya ku bi qasî neh milyon kes e kir û bajar di bin ewrek gewrî hişt. Ev rewşa meteorolojîk ku bi navê “înversiyona termal" tê zanîn û bi giranî di navbera mehên Mijdar û Sibatê de pêk tê.

Hewa sar a li lûtkeyên bilind rê li ber derketina hewaya germ û qirêj digire û ev jî qirêjiya hewayê zêde dike.

Rewşa Tehranê ne awarte ye; Her wiha bandorê li bajarên mezin ên wekî Meşhed, Îsfehan û Ehwazê jî dike. Li gorî rapora Irnayê, li Ehwaza navenda bajarê Xûzistanê û li Îsfehanê dibistan roja sêşemê hatin girtin.

Saziya Meteorolojiyê ya Îranê pêşbînî dike ku "kombûna madeyên gemarî” dê bandorê li Tehranê bike û ev dê heta roja Pêncşemê bidome.

Germbûna hewayê li seranserê Îranê her sal dibe sedema mirina nêzî 40 hezar kesî.

Li gorî rapora Banka Cîhanî wesayîtên mezin, motorsîklet, parzûngeh û santralên termîk wekî çavkaniyên sereke yên vê qirêjiyê derdikevin pêş.