Li Îranê karesata lêhiyê: 10 mîlyon kes bandor bûne
Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor ya Navnetewî (IFRC) ragihand ku 10 mîlyon kes ji karesata lêhiya ya li Îranê bandor bûnê û diyar kir ku pêdiviya 2 mîlyon kesî jî bi alîkariyê heye.
Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor ya Navnetewî (IFRC) ragihand ku 10 mîlyon kes ji karesata lêhiya ya li Îranê bandor bûnê û diyar kir ku pêdiviya 2 mîlyon kesî jî bi alîkariyê heye.
IFRC’yê ji bo karesata lêhiyê ya li Îranê got; “Felaketa herî giran a zêdetirî 15 salên dawî ye.”
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya IRFC, di karesata lêhiyê de ji 19’ê Adarê ve herî kêm78 kes mirîne û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne. Li gorî hejmarên fermî 76 kes mirine. Li gorî çavkaniyên muxalîf zêdetirî 200 kes mirîn e.
Li gorî rêxistinên civaka sivîl di felaketa ku li 2 hezar bajar û gundan xistî de 10 mîlyon kes jê bandor bûne û 500 hezar kes jî neçar mane malên xwe biterikînin. Rêxistinê diyar kir ku pêdiviya 2 mîlyon kesî bi alîkariyê heye.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Bi giştî servîsên Xaça Sor peywendî bi 457 hezar kesî re kiriye. Ji van jî 239 hezar di kampên stargehên lezgîn hatine bicih kirin.
Li gorî rayedaran ji 31 eyaletan 25 eyalet bandor bûne. Zêdetirî 14 hezar kîlometre rê zirar dîtiye, 725 pir bi temamî hilweşiyan, di navbera 1.93 û 2.25 mîlyar Euro de zirara madî çêbûye.