Li Îranê aşên bayê yên hezar salî hê jî tên bikaranîn

Aşên bayê yên temenên wê hezar sal in hê jî li gundê Neştîfan a girêdayî parêzgeha Xoresan a dikeve bakurê rojhilatê Îranê tên bikaranîn.

Her aşê ji kîl, ka û ji daran pêk tên xwedî 8 fetlanokanin. Dema bi hêza bayê her fetlanokek dizivire, aş li ser tewerê xwe li dorî xwe dest bi zivirînê dike. Divê kevirê aşt asê be, ne xwe santîmekê ji ser pozisyona xwe derkeve baş naxebite.

Aş li ser girên bilind hatine danîn. Hem sûdê ji ba û hem jî gundiyan ji bo nuqteyên baş bicihkirine. Tevî ku bi salan in hatine çêkirin, hinek aş hê jî pir baş dixebitin.

Berovajî aşên li gorî serdema modern ku bi sotemeniyê kar dikin, aşên bayê hêza xwe ji xwezayê digire. Bûne yek ji parçeya herî baş ên jiyana gundiyên xwecihî.

Aşê tenemê wê bi qasî hezar salî yê li Neştîfanê ji aliyê kesekî ve tê bikaranîn. Elî Muhammed Eteb ê tevî temenê xwe yê mezin, bi qasî demekê yê ji Natînal Geographîcê re axivî, diyar kir ku aşê bayê weke wesayîtan xwezayê qirêj nake.

Alî Muhammedî gazinda dike ku nikare ne zarok û ne jî gundiyên din qane bike ku fêrî vî karî bibe û bide domandin. Muhammed anî ziman ku ti kes nîne ku ezmûn û tecrûbeyên xwe derbasî nifşê nû bike. Bi fikre ku piştî bimre tu kes nebe ku xwedî li vî karî derbikeve û bide domandin.