Li Çiyayên Alpan germbûn: Berf bi jor ve dikişin

Li gorî lêkolîna li welatên ku Çiyayên Alpê lê ne, hatiye kirin van salên dawî zivistanan ne zêde sar in û berf kêmtir bûye.

Di xebata hevpar de ya saziyên meteorojojî û jeofîzîk yên Elmanya, Ewûstûrya û Swîsreyê kiriye, ku Çiyayên Alpê di navbeyna van welatan de cih digire, hate gotin herêma ku jê re ''Hîva Alp''ê tê gotin germ bûye.

Di lêolînê de hate diyarkirin van 50 salên dawî germa her ku diçe zêdetir dibe, zivistan xweş diçin û berf kêmtir dibare.

Di lêkolînê de hate bibîrxistin ku beriya niha bi 50 salî li Swîsreyê germbûna bi pîleya 0 di raqima 600 metroyî de pêk bûye lê niha ji bo vê divê raqim bibe 860.

Bi encama vê stûrbûna berfê ya li çiyayan û dema mayina wê kêm bûye.

Li gorî saziya meteorolojiyê ya bi navê Meteo-Suîsseyê li Alpên Swîsreyê li hin deveran rojên ku berf dibarin bi qasî 20-30 rojan kêm bûye.