Li Çînê erd şeqitî: Gelek kes winda ne

Li Çînê, li herêma Sîçûanê erd şeqiqî û nêzî 40 mal hilweşiyan, tirs heye ku bi kêmanî 100 kes ketibin ber şeqitîna erdê de.

Karesat seat 06:00'an li gundê Şînmi yê herêma Sîçûan a Çînê çêbû. Li cihê çiyayî erd şeqitî, ax û kevir robara 2 kîlometere girt. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku beşek yê çiyayî şeqitî ye.

Li herêma afetê rewşa awarte hate ragihandin. Xebatên lêgerin û xilaskirinê li heremêke berfireh pêk tên û xebat bi ekîpekî ji 500 kesî tê kirin.

Li Çînê herî dawî di meha Çileyê de erd şeqitî bû û 12 kes miribûn.