Li 54 kesên tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn daxwaza cezayê giran
Têkildarî 54 kesên beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ragihadina xwerêveberiya li Kurdistanê, hat xwestin cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî bê birîn.
Têkildarî 54 kesên beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ragihadina xwerêveberiya li Kurdistanê, hat xwestin cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî bê birîn.
Têkildarî 54 kesên beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ragihadina xwerêveberiya li Kurdistanê, hat xwestin cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî bê birîn. Doza bi îdîaya "xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt" a li ser beşdarên daxuyaniya çapemeniyê, wê di 4'ê Nîsanê de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê destpê bike.
Di nava 54 kesên doz li wan hat vekirin de Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel, rêveberên HDP û DBP'ê, endamên meclîsa giştî ya bajêr û şaredariyê yên di 15'ê Tebaxa 2015'an de li Êlihê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn, hene. Gilînameya lêpirsînê temam bû.
Di gilînameyê de têkildarî Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîsan Akel, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Mehmet Candemîr, Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajêr Emîne Aslan, M. Salîh Altûn û endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Şukru Aslan, endamê Meclîsa Şaredariyê M. Alî Nasiroglû, Bayram Demîr, Gulten Tanguner, Hamîde Çelîk, Hulya Baltaş, Newaf Taş, Zehra Gonul, Mehmet Kara, Bûrhan Şat, Nasir Taş, Mehmet Hakki Îpek, Ayhan Sevîm û Ûfûk Bûlût jî di nav de 54 kes bi îdîaya "xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt" tên darizandin û tê xwestin bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî werin cezakirin.
Hevserokê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê Mehmet Salîh Altûn li ser mijarê agahî da û got, "Ragihandina xwerêveberiyê biryara gel e. Lê belê dema roja dadgehê hat, wê gotina me jî hebe ku bêjin. Gel daxwaza xwerêvebirinê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bilêv kir, lê tê xwestin beşdarên daxuyaniyê bi cezayê ragirtina heta bi hetayê werin darizandin. Em ê ti carî paş de gav navêjin."