Kûskûs kete lîsteya Mîrateya Cîhanê

Xwarina herî populer a Bakurê Efrîkayê kûskûs kete lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê.

Ji welatên maxrîbê Cezayîr, Fas, Morîtanya û Tûnis bêyî ku li ser patenta kûskûsê nîqaşê bikin, dosyayeke hevpar pêşkêş kirin û xwestin ku kûskûs weke Mîrateya Cîhanê bê qebûlkirin. Her çar welatên navborî cara yekê ye ku li ser mijarekê bi rengekî hevpar tevdigerin.

Ev xwarina kevneşop bi savarê, zebze, goşt an jî masiyan tê çêkirin.

Di dosya hevpar de hate gotin, "Jin, mêr, ciwan an jî zarok, li qadên bejahî, bajarn an jî koçberiyê, di mijara vê xwarina ku semboleke jiyana hevpar e, mîna hev difikirin û tevdigerin."

Di dosyayê de li ser şêweyê çêkirina vê xwarinê agahî nayê dayin, lê belê tê gotin, "Ev tehma ku ji xîza Sahel û Saharayê heta peravên Atlantîk û Derya Spî hatiye tehmkirin, gelekî kevn e û xwedî aliyekî gerdûnî ye."

Daxwaza ji bo kûskûs di lîsteya Mîrateya Cîhanê de bê bicihkrin di Adara 2019'an de hatibû kirin. Ev daxwaz di 16'ê Kanûnê de ji aliyê UNESCO'yê ve bi rengekî fermî hate qebûlkirin.