Kurdistaniyên li Eyaleta Saksen Meclîsa gel îlan kirin
Kurdistaniyên li Eyaleta Saksen a Elmanyayê dijîn kongreya damezrandina Meclîsa Gel îlan kirin.
Kurdistaniyên li Eyaleta Saksen a Elmanyayê dijîn kongreya damezrandina Meclîsa Gel îlan kirin.
Kurdistaniyên li Eyaleta Saksen a Elmanyayê dijîn kongreya damezrandina Meclîsa Gel îlan kirin.
Kurdistaniyên li Eyaleta Saksen a Elmanyayê dijîn, bi kongreya damezrandinê ya li Dresden, Meclîsa Gel îlan kirin. Xebatên rêxistinkirinê yên ji bo bersiva ji pêşketinên li Kurdistanê rû didin û sazîbûyîna li Ewropayê didomin.
Li Eyaleta Saksen a Elmanyayê Meclîsa Gel bi yekemîn kongreya xwe ya îro li dar xist, damezrandina xwe îlan kir. Di kongreya damezrandinê ya nêzî 200 delege beşdar bûn, komîsyon û hevserokên ku Meclîsa Gel ava bikin hatin hilbijartin.
Hevserokê NAV-DEM Yuksel Koç ê di kongreyê de axaftinek kir, bal kişand ser girîngiya pergala alternatîf. Koç got ku alternatîfa zîhniyeta yekperest, neteweperest û mezhebperest paradîgmaya neteweya demokratîk e û wiha axivî: “Rêveberiya wê ya îdarî jî bi meclîsan pêk tê.”
Koç bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê jî û got, “Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de du zîhnyet têdikoşin. Ya yekemîn zîhniyeta neteweperest a di AKP, CHP û MHP’ê de de ye; ya din jî zîhniyeta demokratîk a temsîla xwe di HDP’ê de dibîne. Pêwîst e em di vê çarçoveyê de li hilbijartinên 7’ê Hezîranê binêrin.”
Piştî axaftinan, komîsyonên jin, ciwan, parçe, civakî, edalet û aştî, sazî, kontrol, disîplîn, çand, pêwendiyên derve yên wê Meclîsa Gel pêk bînin, hatin avakirin. Ji bo Hevserokatiya Meclîsa Gel jî Şeyda Rojhilat a ji Rojhilatê Kurdistanê û Kerem Gok ê ji Bakurê Kurdistanê hatin hilbijartin.