Kurdan û Îraniyan Çarşema Sor pîroz kirin

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li yên Îranê Çarşema Sor hate pîrozkirin.

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li yên Îranê piştî roja Sêşemê Çarşema Sor hate pîrozkirin.

Hêzên dewletê yên Îranê xwestin pîrozbahiyan asteng bikin lê bi ser neketin.

Çarşema Sor, Çarşema dawîn a beriya Newrozê tê kirin. Li gorî salnameya Îranê ev Çarşema dawîn a salê ye.

Di pîrozbahiyan de heft agir tên vêxistin û bi stranan ji ser agir xwe diavêjin. Di gotinên stranan de ji bo rengê zer ê ku nîşana nexweşiyên zivistanê ye ‘Ez rengê xwe yê zer didim te’ û ji bo rengê sor ê ku sembola tendirustiyê ye jî ‘Ez rengê tê yê sor werdigirim’ cih digire.

Çarşema Sor li Ezerbaycan, Tacikistan, Efganistan û Hindistanê tê pîrozkirin.

Li hin navçeyên Rojhilatê Kurdistanê jinên ciwan bi meşaleyan derdikevin çiyayan û agir dadidin. Piştre govendê digerînin û cejnê pîroz dikin.

Çarşema Sor îsal jî li Rojhilat bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Hêzên ewlehiyê xwestin pîrozbahiyan asteng bikin lê gel bi coşeke mezin Çarşema Sor pîroz kir.