Kurd û dostên wan ên li Belçîka wê AKP’ê şermezar bikin

Konsepta şer a hikûmeta AKP’ê wê sibe li Belçîka bê şermezarkirin.

Şerê li hember Herêmên Parastinê yên Medya û operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê dan destpêkirin, wê li Belçîka bê şermezarkirin.

Kurd, Asûrî, Ermenî, derdorên çepgir û Koma Aştiyê ya Belçîka (VREDE) wê sibe li ber Parlamentoya Ewropayê de kom bibin û daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyê bidin.

Di mîtînga wê sibe saet 11.00'an destpê bike di serî de HDP û KNK wê nûnerên partî, rêxistin û saziyan jî biaxivin.