Krîza Covîd-19’ê: 500 milyon kes dibe ku hejar bibin

Konfederasyona li dijî bêedaletî û hejariyê Oxfam diyar kir ku ji sedî 6 heta 8’ê dinyayê dibe ku hejar bibin.

Oxfamê raporek weşand û diyar kir ku heke alîkarî li welatan neyê kirin wê nîv milyar mirov hejar bimînin û got ku “Ev jî tê wateya ku dinya 10 salan bi paş ve biçe. Li Efrîkayê jî tê wateya paşveçûneke 30 salan.”

Bankaya Dinyayê di sala 2018’an de diyar kiribû ku 3,4 milyar kes rojane herî zêde 5,5 dolar dikeve destê wan. Li gorî Oxfamê wê rêjeya hejariyê zêde bibe.

Oxfamê diyar kir ku ji bo vê jî divê alîkariya maddî were kirin, piştgiriya sazî û dezgehên biçûk were kirin.

Oxfamê xwest ku bila deynê welatên hejar jî îsal were betalkirin û mînaka Ganayê da. Heke deynê vî welatî were betalkirin, wê şeş mehan karibin mehan 20 dolaran bidin 16 milyon zarok, berasteng, kal û pîran.

Oxfamê got ku du milyar kes destûra wan a nexweşiyê tune û ev kes bêtir li welatên hejar dijîn. Oxfamê diyar kir ku li hemberî koronavîrusê jin li eniyên pêş in û wê bandora giran li wan were kirin. Oxfamê qala Bangladeşê kir û got ku ji ber betalkirina karan di endustriya tekstîlê de milyonek jin bêkar mane.