Krîza aboriyê bandoreke giran li cejnê jî kir

Ji bo Cejna Qurbanê demeke kurt ma. Lê belê mirov ji zem û bihabûna jiyanê gazinan dikin. Dibêjin ku êdî kêfa cejnê nema ye.

Mirovên ku berê di cejna Qurbanê de li sûkê amadekarî ji bo cejnê dikir, îsal neçar in li mala xwe bimînin û neçûn sûkê.

Ji şêniyan Şîrîn Karaman ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku beriya vê cejnê nikarin ji zarokên xwe re tiştekî bikirin. Karaman diyar kir ku wê cejna îsal bi kincên di cejna beriya niha de kirî bûn derbas bikin û ragihand ku êdî budçeya wan nîne ji bo karibe tiştên dixwazin bikirin. Karaman got, "Hejmarên ku TUÎK'ê eşkere kir ne rast in. Herî kêm bi du qatî ji zemên TUÎK'ê eşkere kiriye, enflasyon heye. Mirovê vê yekê li sûkê hîs dike. Kirîna ku mirovan di cejnên beriya niha de dikir, ji çar paran bi parekê jî niha nikare bê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku zeman hêz û derfeta mirovan a ji bo kirînê kêm kiriye. Tişta ku me par bi 3 lîreyî dikirî îsal nikare bi 15 lîreyî bikire. Li gel vê zemê jî hatineya mirovan zêde nebû. Mirov bi mûçeyên kêmtirîn dikarin tenê 10 rojên mehekê îdare bikin. Zem vaye li holê ye. Buhayê rûn, ard û berhemên mîna wan ên bingehîn li pêş çavan e. Berê hefteyek beriya cejnê liv û tevger çêdibû, mirov li sûkê bûn. Me ji xwe re tiştek dikirî. Pêla zemê par destpê kir lê me îsal bêhtir hîs kir. Beriya cejnê mirov li malê nediman, li sûkê bûn, ji xwe re tiştek dikirîn. Lê belê niha li sûkê mirov nîne. Mirov bi rastî jî tengav bûne û nikarin debara xwe bikin."

ÊDÎ PÎROZKIRINA CEJNÊ JÎ XEYAL E

Seyfettîn Telek jî anî ziman ku beriya cejna par û ya îsal ji hev gelekî cuda ne, par dikarîbûn li sûkê tiştek bikiriya, lê îsal nikare bike. Telek got, "Ji aliyê madî ve hêza me têrê nake. Hatin bersivê nade lêçûnê. Jiyan gelekî biha bûye, enflasyon gelekî zêde ye. Bivê nevê bandorê li her qada jiyanê dike. Mînak serdan û pîrozbahiyên ku me par dikir, em ê îsal nikaribin bikin. Ji ber ku buhayê sotemeniyê şekirê cejnê û xwarinê gelekî zêde bûye. Par buhayê şekir di navbera 15 û 20 TL de bû, îsal bûye 100 heta 150 TL. Yanî rewşa me bi vî rengî ye. Xeyal e ku mirov di nava van şert û mercan de cejnê pîroz bikin."

EM NIKARIN TIŞTEKÎ JI ZAROKÊN XWE RE BIKIRIN

Fîkret Taş jî diyar kir, ji ber ku hêz û derfeta wan kêm bûye, nikarin ji zarokên xwe re jî tiştekî bikirin û got, "Rewş gelekî giran e ku me dest ji xwe berdane êdî nikarin ji zarokên xwe re jî tiştekî bikirin. Em nikarin pêlav, kinc, şekirê cejnê ji zarokên xwe re bikirin. Ji ber ku buhayê wan ji sedî 300 heta jê jî bêhtir zêde bûye. Tehma cejnê nemaye. Beriya vê cejnê kêfa mirovan nîne, bêhêvî ne. Li pêşberî zarokên xwe em li ber xwe dikevin. Ev rewşeke gelekî zehmet e. Ev rewşa mirovan ji xwe ne xema hikumetê ye."