'Kovara Ozgur Gençlîk em bi hev re derxin'
Ciwanên sosyalîst ên gotin, "Me aliyê çepê yê dilê xwe li perava beramberî Kobanê li Pirsûsê hişt” ji bo amadekirina hejmara Tebaxê ya kovara Ozgur Gençlîk bang kirin.
Ciwanên sosyalîst ên gotin, "Me aliyê çepê yê dilê xwe li perava beramberî Kobanê li Pirsûsê hişt” ji bo amadekirina hejmara Tebaxê ya kovara Ozgur Gençlîk bang kirin.
Ciwanên sosyalîst ên heval û hevrêyên xwe yên di Komkujiya Pirsûsê de winda kirin li gor ruhê kampanyaya “Me bi hev re ava kir em ê bi hev re ava bikin” ji bo amadekirina hjmara Tebaxê ya kovara Ozgur Gençlik bang kirin.
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Jina Ciwan a Azad (OGK), Kovara Ozgur Gençlik (Ciwanên Azad) ên gotin, "Me aliyê çepê yê dilê xwe li perava beramberî Kobanê li Pirsûsê hişt”daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Ciwanên sosyalîst diyar kirin ku piştî komkujiyê ji hemû gelan peyamên piştevaniyê ji wan re hatine û merasîma oxirkirinê bibîr xistin. Ciwanan her kesên êşa Pirsûsê di dilê wan de ye spas kirin.
SGDF û OGK mijara kovara hejmara Tebaxê wek, “Parastina bajarekî û Komkujiya Pirsûsê” diyar kirin. Ciwanan xwestin çîrok, nivîsên serbest û her cure piştgirî heta 5’ê Tebaxê ji, [email protected] re bê şandin.