Kovara ku ronahiyê dide ser rasteqînyê: Sanci
Kovara Edebiyat û Hunerê Sanci ku bi mebesta hilmekê bide çand û hunerê, bi baweriya ku ronahiyê dide ser rastiya aliyê çewisandiyan, xwe ji sala xwe ya 2’yan re hazir dike.
Kovara Edebiyat û Hunerê Sanci ku bi mebesta hilmekê bide çand û hunerê, bi baweriya ku ronahiyê dide ser rastiya aliyê çewisandiyan, xwe ji sala xwe ya 2’yan re hazir dike.
Kovara Çand û Hunerê Sanci ku bi îdîaya bibe hilmeke nû ji eniya çand û hunerê re, beriya bi 2 salan dest bi weşana xwe kiribû, bi şîara, ‘’ bila sed kulîlk li rex hev vebin, sef bizavên fikir bikevin pêşbaziyê’’ bi ramana ku destûrê nade zayendîparêziyê, serê 2 mehan carekê tê ber destê xwendekaran. Xebatakara Sanciyê Duygu Kit polîtîka, dema derketina wê û armancên wê vegot. Kit têkildarî navê kovarê ku Sibata 2015’an derketî got, ‘’taybetmendiya herî sereke ya li ser navê Sanci ew bû ku, êşa jiyan, edebiyatê û hunerê vebêje û di eniya çand-hunerê de eniyeke nû veke’’
‘’EM Ê GUNDIYÊN SELIK LI PIŞT WAN Û EVÎNA WAN BIBÊJIN’
Duygu Kit diyar kir bi şîara ‘’bila sed kulîlk li rex hev vebin, sed raman bikevin pêşbaziyê’’ wekî wê polîtîkayên ku ji hemû berhemên antî-emperyalîst, antî-kapîtalîst, antî-şowenîst, antî-zayendîparêz re vekirîne û got, ‘’weke desteya nivîsê prensîba me ya sereke ev e. Ev veqetînên sereke di dema xebatên amadekariyê de ji bo me xeta esasî bûn. Sanci; êşa çand û hunerê û wêjeyê ye. Bi kovara wêjêyê re ku em gel û hem jî derdorên edebiyatê bikaribin bixwînin, bi pexşan, çîrok, helbest, biyografî û nivîsên hunerî ku mijarê wan edebiyat e em derketin rê. Em giringiyê didine wê, li gel berhemên naaskiriyan em cih bidin berhemên baş ên ciwanan. Di jiyana weşana xwe de, bêyî ku em girseya berfireh ji bîr bikin û berheman bidin civakeke berteng, em ê wêneyên gerîlayan jî, em ê mirovên xwe yên ku li bazara karkiran jî, mirovên ku li bin piran ji sermayê diqufilin jî, yên ku selik li milê wan jî, karkirê bi tilimê şîn jî û evîna wan jî bibêjin.’’
JI JINÊN BERXWEDÊR BIGIRIN TA BI LGBT’YÎYAN, TA BI ÊZÎDÎ Û ERMENIYAN
Kit diyar kir, ew weke Desteya Nivîsê ya kovarê dema ku ew mijarên dosyayê diyar dikin, ew hewl didin